Ebdulbaqî Huseynî/Norwêc

Giringiya nivîsandina bi zimanê zikmakî, an jî nivîsandina bi zimanê daykê, gelek sûdeyên wê hene, gereke em rewşenbîrên kurd wan sûdeyan berbiçav bistînin. Li vir ezê çend xalan bînim ziman:
1.Di riya nivîsandina bi zimanê kurdî de, mirov dikare pêmayên xwe yên çandeyî, ziman û dîroka xwe bi belge bike û biparêze, û van belgeyan bike arşîf ji nifşên nû re, da ku herdem bi çanda xwe û kelebûra xwe ve bêne girêdan û mijûlkirin.
2.Nivîsandina bi zimanê zikmakî, dihêle ku mirov bi hestê wîyî netewî xurt bibe, û bi nasnameya xwe ve bextawer be. Û di riya vî zimanê de dikare baş hest û mestên xwe û hizrên xwe binivîsîne, û bi dengekî xurt biaxive.
3.Di riya zimanê daykê de mirov dikare baş danûstanê û têkilîyê bi xelkên hawîr dora xwe bike, nemaze, ku ew xelek bi yek zimanî diaxivin. Ev yeka têgihiştinê xurt dike, dihêle, ku ew civak bi rengekî aramî xwedî bibe. Eve sed salin, ku gelê meyî kurd bê aramî xwedî dibe, û di bin darê zorê de bi çanada dujmin ve hatiye girêdan.
4.Bi nivîsandina bi zimanê dayikê, şarezayên zimanî yên xwendin, nivîsandin, têgihiştin û ramana trexneyî pêşde dibe û bi vî awayî şiyana vegotina rasttir û baştir dibe. Eger me ji dema ku Mîr Celadet Bedirxan dest bi nivîsandina kurdî, bi elfebaya latînî, kir, xwe bi zimanê xwe ve, digel hemî astengiyan, mijûlnekirina, wê demê ev berhemên heyî, wê tunebana. Loma bikaranîna zimanê dayikê, wê ji mirinê riha dike.
Ziyana nivîsandina bi zimanê dewletên dagîrker, eve dikare gelek encamên nebaş bide miletê kurd, dema ku siya çanada wê dewletê zêde xwe berd ser çanda miletê kurd û nasnameya wî, ewê bi demek kurt çand û nasneme lawaz û tunebibe. Herwiha ev kiryar meletê me bêbawerî dihêle, ku zimanê wî û nasnameya wî netişteke pêşiya ziman û nasnameya dewleta dagîrker. Û bi vî hawî, gelê me tarûmar dibe, dûrî çanda xwe dikeve, û bi çandê gelên dî mijûl dibe. Ta radeyekê hin ji wan dibin ziman-halê wan dewletên dagîrker, û hebûna wan, zimanê wan û çanada wan dibijirîne, û ewan li ser çand û kultura xwe ve dibîne.
Eger me pirsek ji xwe kir, û got: Gelo sedemên ku kurd bi zimanê erebî dinivîsînin çine? Bi guman min gelek faktorên berbiçav hene, ku ew jî evin:
1. Bandora çandeyî û olî: bandora zimanê erebî bi ser kurdan ve çêbû, bi sedema bandora zimanê Quranê û ola Îslamê, a ku piraniya kurdan pê bawerbûn. Li vir ez dikarim nimûnekeyekê bînim, ku piraniya malên oldar, çi kurên şêxan an mellan, zarokên wan bi zimanê erebî xurtbûn, ji ber ewan zarokên xwe ji bilî fêrkirina Quranê, ewan zarokên xwe fêrî zimanê erebî jî dikirin û gelekî li ser rêzimana wê radiwestiyan. Nimûne malbata Heuseynî li Amûdê, ku di riya „Hiçrên xwe“ de, nifşek ji nivîskarên bi zimanê erebî anîn meydana çandeyî.
2. Danûstandina çandeyî: hebûna ereban di herêmên kurdî de, hişt ku kurd bi zimanê ereban mijûl bibe, nemaze di warê bazirganiyê û danûstandinê de. Li wir tê bîra min hin bazirganên kurd dema diçûn Şamê, Helebê an jî Bexdê, digotin em fêrî çend gotinên erebî yên nû bûne, û axaftina me li wan deveran bes bi zimanê erebî bû. Herwiha dema cîraneke te ereb hebûna, tu mecbûr dibû, ku tu bizimanê wî pê re biaxivî. Ewî xwe mecbûr nedidît ku xwe fêrî zimanê kurdî bike, ji ber du sedeman; ku ji neteweke serdest e, a didwan, ku ew şofînîyeta di hundirê wî de, ew bi alî zimanê kurdî ve nediçû.
3. Sîstema fêrbûnê û dibistanan li herêmên kurdî: ji ber ku kurd bindestbûn, û rêcîmên dagîrker ewan zimanê xwe li ser kurdan feriz dikir, kurd mecbûrbûn, ku zimanê wan fêrbibin, û xwendinên xwe berdewam bikin. Ew ji wan re dibû zimanê yekem, ji ber ewan rojana ew bikartanîn, çi ji alî xwendinê, çi ji alî nivîsandinê, loma ji wan re hesanbû, ku pê binivîsînin, û loma kesên xwendevan ji wan jî hesanbû, ku bixwînin. Ji ber vê piraniya nivîskarên me, bi taybet li rojavayî Kurdistanê berê xwe didin nivîsandina bi zimanê erebî.
4. Siyaset û desthiledarî: dewletên ku Kurdistan dagîrkirin, ew xelkên welat bi darê zorê mebûrkirin, ku fêrî zimanê wan dewletan bibin, da ku nasnameya xwe jibîr bikin, û di nav nasnameya dewleta dagîrker esmîle bibin. Ji bilî wilo, ewan zimanê kurdî tune û qedexe dikirin, û kesên ku xwe bi zimanê kurdî mijûl dikir, ew dihate binçavkirin û cezekirin. Qedexekirina zimanê kurdî ji wan dewletan re stratîciyeke dûrbû, ku meletê kurd tunebikin, çanda wî lawaz bikin, ewî dûrî hestê wîyî netewî bixin. Ji ber van gefan, û zilm û zora ku ji destên van rêcîman xwar, meletê kurd mecbûr bû, ku xwe bizimanê dujmin re biguncîne, bibe zimanê wîyî rojnane. Çendî tê bîra ma, dema pirtûkek bi zimanê kurdî dikete nav destên me de, me bi tirsbûn ew bikartanî, da ku em ji alîyê rêcîm ve neyên girtin, û ceze nebin, ji ber ku ew „pirtûk“ qedexeye. Û çendî berhebên helbestvan û nivîskarên me yên kurd hatne şewtandin, an veşartin di bin keviran û dîwaran de, ji ber siyaseta şofînî yên dewletên dagîrker, bi taybetî li Sûriya, ku gelek berhemên rewşenbîrên me hatne windakirin, ji tirsa rêcîma partiya Bais ya şofînîst.
Em rewşenbîrên kurdê Rojavayî Kurdistanê çima berên xwe didin zimanê erebî û xwe dûrî zimanê kurdî dikin? Wekû min li jor anîye ziman, gelek sedem hene, lê sedemên herî konkirêt, yên îro ro, evin:
– Nivîsandin û xwendina bi zimanê erebî hesantire ji ya bi zimanê kurdî, ji ber ku me li dibistanan bi zimanê xwe yê zikmakî nexwendîye, zore ku em pê binivîsin û bixwînin.
– Kesê nivîskar li navdariya xwe digere, ku zû-zû xwe bi cîhana nivîsandinê bide nasîn, loma berê xwe dide zimanê erebî, ji ber kesên guhadrî vî zimanî dikin pirtirin.
– Em kurd û ji ber gelek sedemên jiyanê, em li kultura xwe xwedî dernakivin, û kesên xweyî rewşenbîr nadin pêş, û piştevaniya wan nagirin, loma ew kesane bê hêvî dibin, û berên xwe didin çandeke dî.
– Kesên bi erebî dinivîsînin, dibêjin, em dikarin kêşa xwe ya netewî di riya vî zimanî de bi cîhana erebî de bidin nasîn, loma em bi vî zimanî dinivîsin.
– Kesên dî hene, dibêjin, naveroka hemî berhemên me kurdî ne, em di berhemên xwe de, çêla atmosfera Kurdistanê dikin, hemî leheng û cihên di berhemên me de kurdî ne, loma em dûrî çanda xwe neketine, bes zimanê nivîsandinê erebî ye.
– Mesela aborî jî roleke xweyî giring dilîze, dema nivîskarekî kurd pirtûkekê bi zimanê erebî çapdike, ew pirtûk tête firotin, û kesê nivîskar sûdeyekê jê werdigre, lê dema yekî nivîskar pirtûkekê bi kurdî çapdike, kêmin xelkên ku wê pirtûkê dikirin, û sûdeyeke kêm dighê kesê nivîskar, loma bêhêvî dibe û bidilsarî berheman bi kurdî dinivîsîne.
– A dawî, em bê dewletin, jibilî Kurdistana başûr, ku ev mijar derbaskirine, lê li cem me kurdên Rojava, hîn berdewame. Ku tu partî an sazî piştevaniya kesên nivîskar nake, bi taybetî ew kêsên ku bizimanê kurdî dinivîsînin.
A herî giring ewe, ku çendî sedem zor û dijwarbin, gereke mirov dûrî netewa xwe nekeve, dûrî ziman û çanda xwe nekevin. Tiştê ku dihêle mirov bê hêvî nemîne, ku di van çend salên dawî de, nivîskarên me, yên ku bizimanê erebî dinivîsînin, hewildanê didin, ku berhemên xwe wergerînin zimanê kurdî.