
Gotina xweş
Bihara dila ye
Tabloya hîn jî ker û lal
…Wiha
!…Ji qutiya rengan re digot
Ji nîvê valahiyê
Û ji kûrahiya nexşereyên axê
…Şahmaranê
Kajê tozgirtî
Ji ser bedena xopan radikir
…Û ji nuh
Ber bi destên werzan ve
!…Dibarî
Gulşevînên qurmizî û mes
!?…Vedenga kişwerên omîdan
******
…Û rûpelek
Ji hevrîşimê berbangê
Û çarîneke bi soşava tavesorkê
Şewşenkirî
Wiha bêdengiyê
…Sîtavên xwe
Li kom û kolozên heyînê
Weşî bi weşî
!…Vedigerandin
Û rista ezberkirî
Ji xemreya cemalê
Her ku şev konê xwe vedike
…Gelawêj
!Digihêje meqamê kemalê
…Bi hêminî
Rist ji kûzên asoyê
…Tête nohtin
Razber e ev hebûn
Bê ser û ber e gerdûn
Û Xwedayê li jor
…Rezvan
!?…Û sazvanê cam û piyalê
Gotina xweş
Merhema birîna ye
Çivîka ji perên kakêşanê
…Veqetiyayî
Qehwerengê darîn
Û dilkê keskîniyê
!…Ji xwe re hêlîn dinikuland
Tovê bi firmêskên hezê nixumandî
…Çend rojan û vejînek
!…Digihêje destên seridînê
Sinbilên bi libên xwe tije
Wiha kubar û paye
Sernişîvî rûdêmên axê dibin
Zêrê zer e
Zadê bi vegotinên biharê avdayî
!?…Û nemaze ku tête heyranbêjiya çinînê
******
Gotina xweş
Şekirokê cejna ye
Şerbeta di paşşanan de teyisî
Li Xameya bêcir
Pîrozbahiya spêdeyê vedaye
Û ronê ji tilîkên Elindê
…Weriyayî
Di sebeta sîngê de
!…Paldaye
Û askên bezok di mêrgên hesatan de
Berfînên nazenîn di merdaniya destan de
…Û ciwanîka
Ji zeviyên spêdeyê hilperikî
Wiha lezgîn
Û careke dinê
Vedihewe
!…Arana di çavan de
Gotina xweş
Bexçeyê gula ye
…Û tu
Ey gul, eger tu nazenîn î
?Kengî tu, ji rengê rûyê zîn î
…Wiha Xanî
Bejna welatê xwe dirêsî
Rîsê bi hilma meya kevnar
Rêsayî
Bi hiriya beranê boz
Badayî
Û ji keziyên bozê rewan
Û ji miska gulyên karxezala
Di kevanên çavên Memê de
…Zînegulek
Û bilindahiya çiyayê miradê
Tîrvedan
Tîrêj
!…Û tîr dirêjî
Ey durdaneya
Ji zadê zarê şêrîn
…Wiha mîr
Morî bi morî
Pir sedef û mircan
Û yek gerden
Bejna xakê dirêsî
******
…Gotina xweş
Û bi hêminî
Gotin di xumên siruştê de
…Tête meyandin
Ristezar û zerpîvok e
Mizgîn î û gulbihok e
Gulav, enber
Û bîn şimakok e
Sorgul, roz
Û bask kevok e
Li ser lêvên Newrozê
!…Xizêm û xalxalok e
Di meşka rewanê de
Tête keyandin
Hunerbaz û têr leystok e
Şînê deryayê
Û asîmanekî tijî stêr
Û rojan şînok e
Ristek bi awaz û sazî
Dilberek por zêrîn
!…Û can pir gijlok e
!?… Gotina xweş
…Û gotin
!…Ya law û xweşkok e
…Ey durdaneya
Ji zadê zarê rengizîn
Di bêdengiyê de
…Gul
Sirûd vedibin
Mijankên êvaran
Perwane bi êgir disohtin
Û destên ducanî
!…Rist dirijin
Razber e ev hebûn
Bê ser û ber e gerdûn
Û Xwedayê mihrevan
…Rezvan
Û danerê kilçîv û şemalê
Ji bilî beyteke dariştî
Bi yaqûtê zarê hingivîn
…Çi Êdî
!?…Derdan dimalê
————————————————
.Gotina xweş, bihara dila ye= ji zargotina Kurdî*
.Ey gul, eger tu nazenîn î = Ji beytên Seydayê Xanî*
.Cemal. Kemal= Ji Sovîzimê. Bi Erebî*
.Mîr = Mîr Ciladet Bedirxan*