
ber bayê keziyên
yarê
bê dengim
lal û gêjim
dunya li ser axa xwe dizivir
ez ber êş û azarên xwe digivizim
yara min wendaye
nîşana wê
sê rengin
ne çar alîne
mîna pora yarê
ber bayê difirê.
yara min ciwane
wek heyva çardesalî
ji xewa şevê direve
ji xewa sibê ditirse
bê zimane
bê deste
yara min ber bayê evînê
dikeve tayê
dinale
diqîre
bandikê
lê lê
lo lo
hay hayê êêê
hey yara min zu were
êşa can min zu wera
lê yar nayê
bê denge
dil reqe…







