Qêrîn Ico

Nav dengê zivistanê
kela dilê te
li min barî
cejin û bihar
kirin girinijîn
Bi awirên çava
gul pişkivîn
Dengê Nîsanê
hûr hûn
lêkir.
Axaftin zelal e
lê …..!!
Dil belaye
Min çi ziman nema
Kêl bi kêl bihevekim
Birîn kûre
Hewas,
hişik e
çîrok kurt e
helbest lal e
ken ker e
Êvar çawa xemla xwe girêdide?
Hebûn,
Hevdîtin
Hay û hoy
Heyecan
Helandin
Di hembêza Havîbûnê de
û
Hilma xerîbiyê,
Dil birîn dike,
Bi kêjlokên xwe
xembar dike.