Ev Çi Birîn e?

Baso Kurdaxî

Ev çi kul û derd e
Erê Bira, êş û birîna me kûr e
Çima tu rêwî bûye
Û xemgînî di çav û canê te de
Ma te jibîr kir tu kî yî?
Tu ji şaxekî dara zeytûnê yî
Neviyê Daşta Cumah ye
Tu ji hembêza axa welat têr nebû
Gava tu çû û li paş xwe nezivirî
Canê me bi mîrgehekê hat girêdan
birîna me kûrtir bû ye
Belê, te kezeba min perçe perçe kir

delalê min
Qet ji bîr neke
Tu weke ajelekî nêçîrvan bi hêz be
Birûskê û baranê xem neke
Birîna me çare nîne
Hey bira…
Ez hilgirê hêvî û xema me
Dama xeyalê min dibire
Hêvî ê min digihîne ber deriyê ezmêna
Û ger ez pişta xwe didim dara tuyê
ku ez te şermezar bikim
Te çi dikir?
Xewn û hêviyên te li kû ne?
Û armancên gelê me
Bi rojan an jî taliya salan astengiya te heye?
An jî we rêya xwe winda kir ye
û li peyarêkên sirgûnê geriyan e
An jî we rûpelên jiyana xwe
û armancên bazirganî kir?

Ey hilgirê xemê
Ez çawa dizanim ku bêdengiya te hêvî ye?
Û tu xwe bi hilatina rojê ve girêdidî.
Û riya bayê barê te bû
Û hêviyên xwe nexin nava têla zulmê û bindestî
Ye
Girîna dayikan û rondikên pîrbûnê ji bîr nekir
Xewn û hêviyên me di destê we de ne
Tiştê ku ji spehîtiya rojên berê maye, winda nekin
Valahiyên rojan û barê me hembêz bikin

Soz bide bira, berî ku axa şehîd zûha bibe
Û hêsirên dayikan zûha bibin

Bira, vegere, da ku em bi hev re
darên mazî li dora mezarên şehîdan biçînin
Em rengê kesk vedigerînin çiyayên xwe
Piştî ku bû bêber û wêran
Vegere hêviya me
Were em birînên xwe derman bikin
Em şahiyê bi strana baranê av bidin

اترك ردّاً