Kawa Raşîd

Ne bese !
Ey bendava Tişrîn
Tu ji me distînî jiyan û jîn
Li serê me tu bûyî ewrekî reş û dibarînî xwîn
Li pişt dîwarên te yên stûr,gola te bûye xwînmêyîn
Ey bendava xwînxwar û xayîn
Keçên sipehî Ji bo te avdidin ,
bi xwîna xwe ya germ zemîn
Ey bendava xwînmêjîn
Ji bo xatirê te zemawend,
bûye kon vekirin û şîn
Li dewsa kirasên sipî ,
bûkan li xwe kirine kirasên ji agir û xwîn
Bi lîlîyan em kevokên xwe difirînin ezmanên jorîn
Ey bendava derewîn
Edî bese ji me re azar û lorîn
Em nema dixwazin kuştin û qêrîn
Em dixwazin tenê welatekî xweş feraşîn