ROJÎN MIHEMED MÛSA

Buhar e, xweş buhar e, kulîlk û beybûn, kêfxweşiya dilan e. Keç û xortê gund li nav gul û nêrgizan, di nav çolan de digeriyan. Her ber ro’ava keça bedew berê xwe bi hevalên xwe re dida nava kulîlkan, ji xweşikbûna wê, te digot, heyv li ser erdê dimeşe, xortek jî di nav erdê xwe de kulîlkên xwe av dida, xort serê xwe rakir û li çi binere?! Nêrgiz û beybûn serên xwe tewandine li himber xweşikbûna bedewan, çavê wî li keça bedew ket ji xwe re pirs kir, gelo ev kî ye, keça kê ye? Na, na ev ne keç e, ev firîşteyeke ji esîman daketiye ku wê bihnekê ji ronahiya xwe li kulîlkan belav bike û wê biçe, na lo ew stêra mezin ya esîman e hatiye silavekê li bedewên weke xwe bike, lê belkî ev e ya ku jê re dibêjin kulîlka Nîsanê, lê ne nîsan e, dixwest heval navekî lê bike, li himberî bedewiya wê kêm e û ne zêde ye. Dilê min çima wisa lêdide, ez hemû dilerizim, zimanê min disekine, firîşta esîman jî bi ber de tê û her xort bi xeyalan mijûl bûye, av jî di ser gulan de derbasbû, her bala wî jî bi ser hev de diqulipe. Keça xemilandî, bejin rîhan, por sor tarî, stûrî dirêj, çavbelek, mijankî qulaptî, lêvên nazik (pir li hevhatî) kirasê zer li bejnê berdayî. Keç nêzî xort bû: Ha xorto tu bi xêr bî, qiwet be.
Xort: li dora xwe meyzand û li xwe nêrî û got: Ha, ez, bibûrîn kerem bike..Bed- bed…bedewê.
Keç: Xorto ez dikarim gulek sor rakim ji gulên te yên bedew?
Xort: Belê tu dikarî hemû gulan rake, lê gul, li himber bedewiya te xemgînin û ji xwe şerim dikin.
Keç: Gula xwe rakir, xist ber porê sorî xelekî, kenî, pişta xwe da xort û berê xwe da malê, her keç dimeşiya, her xort diheliya. Pişt re xort got ji xwe re ger tu hebe li dinyayê tê ya min be, yan tê ji erdê re be. Dem derbas bû, heyv bûrî her ew keç û xort hevdû didîtin û bi hestan bi hev re di’axivîn û bi rûkenî silav didan. Rojek hat û xort xwest hestê xwe bi keça bedew re parve bike. Gava dît keç ji wê de tê, berê xwe dayê û jêre got: Keça bedew rist û benika bi gotinên xwe venakim, bi hezkirina Xweda ji olan re, min ji te hezkirî, ger tu jî hez dikî weke her car bi rûkenî silav bide ji bo ez û malbata xwe îro mêvanê mala bavê te bin. Keç jî weke her car rûkenî da xort û pir di hundirê xwe de kêfxweş bû, bi lez û bez berê xwe da malê ta xwe kil û neynik bike û li benda xort bimîne.
Lê gava gihişt malê, li ber deriyê malê pêkaven ne nas li ber derî bûn, deng û ken dibihîst û got, diya min hate pêşiya min çavê wê melûl bû, bavê min pir şad û kêfxweş bû, mamê min bang kir û got, wa hat bûka bedew, kêfxweş bûm, min got gelo xort berî min gihiştiye, lê hîn nebûye êvar, mêjûyek min bir û yek min anî û her seriyek dengek jê derdikeve û dibêje, bûk hat. Bavê min rabû ser xwe, maçî sere min kir û got, pîroz be keça min, îro mamê te behsa te kir ji bo kurê xwe û min gotê erê, em razîne, here biçe xwe hazir bike û pêşwaziya xwestiyê xwe bike. Ez cemidîm, sekinîm wêneyê xort li ber çavên min diçû û dihat, ew gotinê xweş, rûkenî, soza min da û hêviya li bendê ma, tiştek nema, çû ew çi bû, çi çêbû, ev xewn e an rastî ye?! Min li çavên diya xwe nêrî bi destê min girt û min bir odeya hazirkirinê, jin û keç li min kom bûn ji bo min amade bikin û hêstirê min weke ba û baranê tê xwar hemû ji xwe re dibêjin, ji kêfa ye û di dilê min de agir vêketiye û dişewite. Piştî hemû şahî qediya, ber êvarê, xemla xwe vekir û berê xwe da kêleka dîwar rûnişt û got, gundîno vê gotin bigihînin xortê delal:
Buhare xweş buhar e nizanim şaxê gulê ne ji dar e ne jî mismar e
Kêf û xweşiya dilê min bû girî û hewar e.
Min digot qey ez ê jê re bêjim were,
mêvano – were mêvano
Rê dûro, sere min bi qurbano
Porê sorî xelekî ji te re li bakim.
Mijankê çavê xwe di te de werkim,
ji bo germa û sermayê te biparêzim
Kenê lêvan tenê ji bo te binexşînim
Kiras li bejin û bala xwe kim îro ber êvara
Lê nebû, nebû miradê me nebû
Lê nebû, nebû mêvano rê dûro, serê min bi qurban û heyrana te be, mêvano