Kawa Nûrî Reşîd

Di quntara çiyayê Qendîlê de dikin civîn
Di bin siya heyvê de,tev xewnên xewrevîn
Derbas dikin şevbêrkeka xemrevîn
Şevek bê guneh,lê tijî eşq û evîn
Xêz dikin ji bo pêjerojê mal û hêlîn
Soz didin hev,ku heya mirinê bimînin malmêr û hevjîn
Dixwazin ku bibin efsane mîna Mem û Zîn
Lê bêbavên xêrnexwaz, li ser rêya stêrkan vedan ji wan re feq û kemîn
Bi tîrên xwe yên bi jehr kuştin dillêdan û dengê vejîn
Ji kerba re,heyv ji cihê xwe hate livîn
Tîrêjên tavê li şaneşîna evînê hatin şikîn
Tûjikên çirûskê di reşikên çavên wê de vemirîn
Ewirên şevê bê tawan hatin çirrîn
Xwîn ji bihûşta hesretê dilop dilop hate rijîn
Berbjêr mîna dilopên meyê li ser lêva peyaleka camîn
Mîna morîkên bilavbûyî li dora histiyê kabanûyeka kurd dibiriqîn
Dilopên xîmava reş li ser rûpelên enînivîsê dimiçiqîn
Xewn derket xapînok û derewîn
Lewra sekinî ji zivirîna xwe Gogzemîn







