Spêdeyek têr mij..!

Mizgîn Hesko

Rêbendan e…!

Û mijê…

Xaniyê daristanê

Û piyên Katejimêrên zîz

Bi sîtavên dûmanî

Dorpêçkirine

Landika textîn

Tevlî zemawenda mijê bûye

Ji tîqtîqa wê zaroka sava

Şekirok diniqutin..!

Û pêre, pêre…

Kenarên hîn jî xilmaş 

Ji sawîrên şevên dirêj

Hişiyar dibin.

Darên şilfî, rût

Di himêza pêlê de

Ber bi asoyên bîreweriyê ve

Wiha paye dizîvirin…!

Ji mêj ve

Dil…

Hogirî henaseyên siruştê bûye

Û Ji mêj ve

Kakilkên di sebetên payîzê de

Zindî..

Gulomîdên erxewanî 

Diseridînin…?!

Bihara çûyî

Kulîlkên xweşkok ên behîvê

Bi şaxikên tazî ve

Wekû pirpirîkên mizgîniyê

Radpelikîn mijankên asîmên…!

Û paşê…

Qeraxên riyan

Bi gernijînên sihirdar

Mişt kiribûn..!

Rêbendan e…!

Û rê…

Ne bi bendên berfê

Yan bi pendên şevbuhêrkan

Lê…

Di olana pêlên mijê

Ber bi destên mat û westiyayî ve

Gav bi gav

Diherikin..!

Erê dest in !!!

Û tu dibêjî: 

Na ew bixwe „ Bask in”…?!!!

Û bager…

Xweş dizanî

Çawa perên aza

Bi fetlînokên serhişk

Û hêrsa yariyên xwe 

Raxîne…

Û dubare wan ber bi jor ve

Biferidîne..!

Dilê dergûşeke bêguneh

Yan jî dilê min e…?!

Û dilê mijê

Û pêlên bagerê

Ji mêj ve…

Spîbûna baskên rêbendanê

Ber bi xwe ve

Hilgirtin e..!!!

اترك ردّاً