Qeyika di bêdengiyê de avjen!

Helbest /Mizgîn Hesko

Mizgîn Hesko

Qeyika di bêdengiyê de avjen!

Derya…
Pir fereh
Û berav…
Ta bê dawî dirêj!

Kefeke guvaştî
Rûdêmên qeraxan 
Bi xirecireke sihirdar
Dagîr dike…!
Û xuşîniyeke keskîn
Dilê latên lal
Parçeyek sinfonî
Dijenîn e…!

Kembereke berfîn î
Bi sedef û mircanên razber
Bejna deryayê
Perwaz dike…!
Û ev qeyika spî 
Bi liva xwe
Di nav destên pêlan de
Hîn jî…
 Ne zîz…!

Ey landika bayî
Û di tenêtiya de
Bi razên heyînê mijûl
Û di bextê vê deryayê de
Avjen:

Textên te ên kevizgirtî
Hîn…
Dîlên rêka xwe ne
Gupgupa zemînê ye
Û tu….
Bi lerizîna xwe
Dest ji semayê bernade…?!

Wekî hespekî afsanewî
Û di pêşbaziya kenaran de
Baskên bejî
Li dij xwesteka bahozan
Diferidîne…!
Û xewnên ferawan
Li ba dike…!

Erê…
Textên te
Ên vê gavê û di bêdengiyê de
Avjen…
Dîlên rêka xwe ne
Û tu…
Dest ji kêferatê bernade…!

Tekez…
Rewanê bi sewzên omîdê
Xemilî
Ji tavên tariyê re
Serad e…?!