Spêdeyek têr mij..!

Mizgîn Hesko Rêbendan e…! Û mijê… Xaniyê daristanê Û piyên Katejimêrên zîz Bi sîtavên dûmanî Dorpêçkirine Landika textîn Tevlî zemawenda mijê bûye Ji tîqtîqa wê zaroka sava Şekirok diniqutin..! Û pêre, pêre… Kenarên hîn jî xilmaş Ji sawîrên şevên dirêj…













