Anahîta Hemo

Bi rastî taybet bûn
Dîroka gelê kurd bûn
Resen bûn
Hest bûn
Kurdewarbûn,
Carna şanazbûm
Carikna bi kel û girî bûm
Êdî kurd yekin, keçin
Bi keziyên dil şewatbûn
bi kezî bûn,
Keziyên bi alala rengîn xemilî bûn,
Li serenserî cîhanê Hêviya gelbûn,
Parîsê, Londonê, Stokholmê,
Kolonê, Rotirdamê, Amsterdamê,
Swîsrayê, Kopenhagenê,
Li paytextên cîhanê,
hemû paytextin hevalin,
Piştgirtiya Rojavayê Kurdistanê,
Bi yek al, yek deng bûn,
Kurdistan yek welate, nabe bi çar “,
Ev yek ji bîranîna lehengê pakrewanên kurd bû
Qazî Mihemed, :” Heger laşê min sed perçekin,
Bidine ber gulla.û rigbara …….”
Kurdistan yek perçeya nabe bi çar,”
Bi hezaran pakrewan ji Rojavayê Kurdistanê,
Bi hezaran malbatên kurda bê semyan man,
Bi hezaran tawî bawî bûn,
Ciwan bûn pîrbûn,
Bê ling, dest û çav man,
Qurbanîyên azadiya kurdistan,
Na jî birayetiya gelan re, ez gurban,
Ciwan kurd nebedî bûn,
Êdî Azadî bi gelê kurdan.
Serxwebûn
Dema kurd yek bûn,
Li dîasporayê û li her çar parçeyên Kurdistanê
Dema başûr sînor vekirin,
Xêrxwaziya Barzanî bi dilovaniya Xwedê,
Bi enhiya xwedayê dilovan
Belavbûn.
Nêv gelê Kurdistanê
Zarokên kurd êdî germbûna,
gerbûna kurdewar razan,
Çar zarok bûn qurbana dorpêçkirinê, Kobanê,
Keça şoeşvan hate avêtin,
Tenê guliya wê jinê maye,
Di destê terroriste şanaziyê dike
Bi kuştina keziyê zîz,
Dema kezî dibe yek rêzî.







