Ji Pelweşînê ta bi Pelvejînê

Mizgîn Hesko Payîza navîn… Çaryek berî pêncê Çivîkê Dîmenên revînok Ji hêlînên şevînî Bê vîxan derçûyî…!Û rawestgeh … Hîna jî tarî Sîtavên reşahiyê Pencereyên ronegehê dinixumînin Perengên vemirî Gulên agirîn nasohtînin Belgên dariştî Ji bejna daran Rondik dirijînin!Û danê Payîzê…




